Sanda Herema Kurdistanê ji bo gotebêjkirina 3 mijaran diçe Bexda
PeyamaKurd - Şandeke Herema Kurdistanê, sibe di 27ê Mijdarê de,dê serdana Bexdayê bike. Şanda Hikûmeta Herema Kurdistanê ji Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab, Serokê Dîwana Civata Wezîran Umêd Sebah û Sikirtêrê Civata wezîran Amanc Rehîm pêk hatiye.
Li gor agahiyên hatine ragihandin, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re bicive û dê danûstandinan li ser sê mijaran girêdayî mûçeyan û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bikin.
Di civîna şanda Herema Kurdistanê û Sûdanî de, dê mijarên wek yekalîkirina mûçeyên 3 mehan, bi awayekî dadwerî dabînkirina qanûna butçeya giştî û dûbare destpêkirina hinardekirina nefta Herema Kurdistanê bên gotebêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin