Sefera Sanda Herema Kurdistanê ya Dubaîyê bo îro hat taloqkirin

06 December 2023 17:10 0 dîtin
Sefera Sanda Herema Kurdistanê ya Dubaîyê bo îro hat taloqkirin

PeyamaKurd - Şeva borî li Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê, rê bi Wezîrê Bazirganiyê, Parêzgerê Hewlêrê û Serokê Desteya Weberhênanê nehat dan ku geştê bikin.

Biryar bû şeva borî, di 5ê Berfembar a 2023an de, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo tevlîbûna Konfirnsa Biznisê ya Îraq-Brîtanyayê biçe Îmaratê, lê ji ber balindeyekî nekarî geştê bikin.

Ew şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê Kemal Muslim, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xuşnaw û Serokê Desteya Weberhênanê Mihemed Şukrî pêk hatibû.

Li gor zanyaran, ew balafir ji hêla Flay Dubey bû û berî firînê ji endamên şandê re gotiye ku arêşeyeke teknîkî heye û dê piçekê vemînin, lê li dawiyê gotiye ku nikarin wê geştê bikin.

Ew rûdan li seet 19:45 ê şeva borî qewimiye, balindeyekî ji cûnê kundan keftiye ber pareke hestyar a wê balafirê û bûye sedema rawestandina wê geştê. Biryar e her ew şand îro roja Çarşemê, 6ê Berçileya 2023ê geşta xwe ji bo Îmaratê bikin.