Stenbol | 4 metrobus li hev qelibîn: 99 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li navçeya Avcilarê ya ser bi Stenbolê ya Tirkiyê, 4 metrobus li hev qelibîn û di encamê de 99 kes birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, do li rawestgeha Avcilarê 2 metrobusên ku her yek ji aliyekî ve dihat li hev qelibîn û 2 metrobusên ku li pişt wan jî dihatin li wan her du metrobusan dan. Di encama bûyerê de 99 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku tîmên tendirustiyê û polîs gihîştin cihê bûyerê û rêwiyên ku di metrobusan de asê mabûn rizgar kirin. Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve veguhestin nexweşxaneyan.
Parêzgarê Stenbolê Ali Yerlikaya li ser twitterê eşkere kir, di bûyera Avcilarê de 4 metrobusan li hev dane û 99 kes birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin