Stoltenberg: Ketina mosekên bi ser Polonyayê de ne xetaya Ukrayna ye

16 November 2022 20:42 0 dîtin
Stoltenberg: Ketina mosekên bi ser Polonyayê de ne xetaya Ukrayna ye

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, li ser şeva borî ketina du fuzeyan bi ser sînorên Polonyayê de ragihand ku ew bûyer li demeke ku Rûsyayê êrîşeke moşekî ya berfireh li ser Ukraynayê de pêk dianî rû daye.

Stoltenberg da zanîn, dibe ku ew moşekên ketine Polonyayê moşekên Ukraynayê yên bi rêya sîstema berevanîya asmanî li dijî moşekên Rûsyayê hatibe avêtin be.

Jens Stoltenberg piştî civîna NATO ya bi daxwaza Polonyayê hat kirin got, lêkolînên li ser bûyera Polonyayê didomin û divê li benda encamên lêkolînan bin.

Stoltenberg da zanîn: “Belgeyek tune ye ku îsbat bike ev êrîşeke bi qestî bûye. Lêkolînên destpêkê derdixin holê ku bûyer bi rêya sîstema berevanîya asmanî ya Ukraynayê li dijî moşekên Rûsyayê hatine teqandin pêk hatiye, lê belê bi awayekî eşkere dibêjim, ev ne xetaya Ukraynayê ye.”

Serokwezîrê Polonya: Fuzeya hêzên Ukraynayê bi şaşî li ser erda me ketiye!