Stoltenberg: "Em dixwazin ewlehiya Polonyayê xurt bikin"
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li gel Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz sîstemên Patriot nirxand û diyar kir ku ew dixwazin ewlekariya Polonyayê xurtir bikin û di vê mijarê de di nava têkiliyê de ne.
Stoltenberg di civîna çapemeniyê ya hevpar a piştî hevdîtina bi Serokwezîra Almanyayê Olaf Scholz a li paytext Berlînê axivî û got, "Em dixwazin ewlehiya Polonyayê xurt bikin. Têkiliyên me yên di vê mijarê de dewam dikin."
Mijara dayîna Patriot ji bo Ukraynayê hate gotûbêj kirin!
Stoltenberg di daxuyaniya xwe de amaje bi gotûbêjên li ser şandina sîstemên berevaniya esmanî yên Almanyayê Patriot bo Ukraynayê jî kir û ev tişt gotin:
"Gelek bi qîmet e ku Almanya Patriotan pêşkêşî Polonyayê dike. Almanya wekî hevalbendek berpirsiyar tevdigere. Ji bo Ukraynayê jî Almanyayê berê pergala parastina hewayî ya bi navê Iris-T şandibû."
Stoltenberg diyar kir ku divê bi Patriotan cuda ji meseleya Ukraynayê bê çareserkirin, Stoltenberg diyar kir ku hewcedariya Ukraynayê bi pergala parastina hewayî heye û alav û cebilxaneyên van pergalan jî girîng in.
"Divê Rûsya di vî şerî de bi ser nekeve"
Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, diyar kir, ew û hevalbendên xwe yên NATOyê heta ku hewce bike wê piştgiriya Ukraynayê bidomînin û got, "Divê Rûsya vî şerî bi ser nekeve." Wî tekez kir, nabe NATO bibe aliyekî şer, da ku aloziyek li seranserê cîhanê çênebe.
Scholz di daxuyaniya xwe de diyar kir, NATO ji bo ewlehiya bingehîn a Almanya û hevalbendên wê di pozîsyona sîgorteyê de ye û xwest ku Swêd û Fînlandiya heta civîna bê ya NATOyê bibin endamên yekîtiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin