Polonya: Em dixwazin artêsa herî xurt a Ewropayê ava bikin!
PeyamaKurd- Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki ragihand ku ew dixwazin bi pîşesaziya berevaniyê ya Amerîkayê re hevkariyê bikin da ku li Ewropayê artêşa herî bihêz ava bikin.
Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harris, bi Serokwezîrê Polonyayê Morawiecki ku ji bo hevdîtinên fermî serdana Washingtonê kiribû re li Koşka Spî civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Mateusz Morawiecki ragihand ku Warşova û Washington du qolên şaristaniya Rojava ne û nêrîna wan a ku divê li gelek deverên cîhanê bi hev re bixebitin, parve kir û bal kişand ser şerê li Ukraynayê û got,
"Vejîna emperyalîzma Rus, nîşaneya Şerê Sar ê nû dide. Heger Ukrayna neyê piştgirîkirin, dibe ku xetereya pevçûneke cîhanî derkeve holê.”
Morawiecki bal kişand ser zêdebûna lêçûnên parastinê yên Polonyayê û diyar kir ku welatê wî dixwaze bibe kevirê bingehîn ê ewlehiya Ewropayê û wiha got:
"Polonya dixwaze li Ewropayê artêşa herî xurt ava bike. Ji ber vê yekê em dixwazin bi pîşesaziya Amerîkayê re ku pîşesaziya parastinê ya herî pêşketî ya cîhanê ye, hevkariyê bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin