Dîplomatê Amerîkî: Em dixwazin pêwendiyan xurttir bikin

11 August 2023 16:30 0 dîtin
Dîplomatê Amerîkî: Em dixwazin pêwendiyan xurttir bikin

PeyamaKurd- Endamê Kongreya Amerîkayê Andy Barr, li ser pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê axivî û diyar kir ku ew dixwazin têkiliyên heyî pêşvetir bibin.

Andy Barr, di derbarê pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê de bal kişand ser rewşa dîplomatîk û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:

“Em pêwendiya xwe ya stratejîk û aborî ligel Herêma Kurdistanê gelek bi nirx dibinin. Em dizanin ku li herêmê û Asyaya Navîn gelek pirsgirêk hene. Di navbera Rusya û Partiya Komunîst a Çînê de jî pirsgirêk hene. Amerîka bi Çînê re hevrikiyeke stratejîk heye. Ji ber vê yekê, girîng e ku welatên Asyayê bi Amerîkayê re têkiliyên baş bin.”

Barr bi berdewamî got, “Fikirên me ligel xelkê Kurdistanê ye. Ji bo komên çekdar îstiqrara Herêma Kurdistanê xirab nekin, em dixwazin di mijarên aborî û ewlehiyê de pêwendiyên xwe hîn xurttir bikin.”