Artêsa Îsraîlê tunela herî mezin a Hemasê kontrol kir: 4 km dirêj e, otomobîl derbas dibin!

18 December 2023 19:51 0 dîtin
Artêsa Îsraîlê tunela herî mezin a Hemasê kontrol kir: 4 km dirêj e, otomobîl derbas dibin!

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hêzên Îsraîlê li Xezzeyê bi ser tunela herî mezin a Hemasê ve bûye û ew xistiye kontrola xwe.

Hate diyarkirin ku tunela hatiye dîtin ji yên berê hatibûn dîtin pir mezintir û dirêjtir e ku 50 metre di bin erdê de ye.

Di tunela ku 3 metre bilindahiya wê heye de, otomobîl jî dikarin derbas bibin û bi sîstema elektrîkê ya hewadanê hatiye pêçan.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî got, tunel 4 km dirêj e û bi milyon dolaran pere wê hatiye xerckirin ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye dabînkirin. Artêşa Îsraîlê di şerê Xezzeyê yê dijî Hemasê de, heta niha 10 tunel peyde kirine û ew jinav birine.