Sûdanî: Iraq ji bo hinardeya petrolê bi ser Tirkiyê de amade ye
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, îro 11ê Cotmehê di çarçoveya Hefteya Enerjiyê ya Rûsyayê (REW) de li Moskowê daxuyanî dan û got: “Iraq amade ye ji destpêkirina hinardeya petrolê ya bi rêya bendera Ceyhanê re.”
Sûdanî ragihand: “Emê di demeke nêzîk de bigihin rêkeftinekê ji bo dubare hinardekirina petrolê. Ev jî dê di çarçoveya pabendbûna Iraqê di OPEC û OPEC Plusê de dibe.”
Serokwezîrê Iraqê diyar kir: “Hinardekirina petrolê ji ber biryara dadgeha navdewletî ya Parîsê û erdheja li Tirkiyeyê hatibû rawestandin, lê di van demên dawîn de Tirkiyeyê ji me re ragihand ku xeta boriyê ji bo hinardekirina petrolê amade ye.”
Sûdanî da zanîn: “Ev xeta boriyê, petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê vediguhêzîne. Çend kompanyayên petrolê li Herêma Kurdistanê kar dikin û li gor yasaya bûdçeyê, têgihîştineke me ya baş bi wan re heye.”
Serokwezîrê Iraqê got: “Hevdîtinên Wezareta Petrolê ya Federal bi Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê û kompnyayên hilberîna petrolê yên Herêma Kurdistanê re berdewam in.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin