Sûdanî komîteyekê ji bo lêkolînkirina êrîsa li ser kêlgeha xazê ya Kor Morê ava dike
PeyamaKurd – Tora Medyayî ya Ewlekariya Iraqê ragihand ku êrîşa li ser kêlgeha xaza Kor Morê bûye sedema agirekî biçûk û ti ziyanên canî û madî çênebûne. Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî jî komîteyek ji bo lêkolînkirina êrîşê ava kir.
Îro li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê li dijî kêlgeha xaza Kor Mor a Silêmaniyê êrîşek hat kirin.
Tora Medyayî ya Ewlekariya Iraqê der barê êrîşê de daxuyaniyek da û got, "Li kêlgeha xaza Kor Morê, li nêzî depokirina sotemeniyê şewateke biçûk derket, lê xebatên hilberînê bi awayekî asayî dewam dikin."
Tora Medyayî ya Ewlekariya Iraqê ragihand, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî weke Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê, fermana avakirina komîteyeke ewlehî û teknîkî ji bo lêkolînkirina êrişa li ser kêlgeha xaza Kor Morê da.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Fermandeyê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê li pêwendî û hevahengiya ligel fermandarên meydanî yên hêzên Pêşmerge berdewam in.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Her hewildanek ji bo sabotekirina aboriya welat û xisarkirina debara jiyana xelkê, êrîşa li ser hemû Iraqiyan e. Hêzên me yên ewlehiyê ti carî vê yekê qebûl nakin û wê lêkolînê li ser hemû hûrgiliyên êrîşê bikin."
"Êrîş ji herêma Beşîr a Kerkûkê hat kirin"
Rêveberiya Giştî ya Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku êrîşa li ser kêlgeha xaza Kor Morê ji herêma Beşîr a Kerkûkê hatiye kirin.
Piştî êrîşê, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, "hilberîna li kêlgeha xaza Kor Mor bi awayekî asayî berdewam dike. Heya niha çûna gazê bo santralên elektrîkê bênavber bûye."
Wezaretê herwiha ragihand ku nirxandinên der barê ziyanên madî yên ji ber êrîşê derketine didome.
Kêlgeha xaza Kor Morê gelek caran dibe hedefa êrîşan
Kaniya xaza siruştî ya Kor Mor li navçeya Çemçemal a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve ye. Kêlgeha Kor Mor di sala 2007an de ji bo keşfkirin, pêşxistin, hilberandin, bazarkirin û firotina berhemên neftê hatiye avakirin.
Hilberîna xazê li tesîsê di Cotmeha 2008an de destpê kir. Kêlgeha xazê ya Kor Morê di salên 2022 û 2023an de gelek caran hate hedefgirtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin