Sûdanî li New Yorkê peyivî: Em hewl didin pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê xurt bikin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di axaftina xwe ya 79emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de anî ziman ku ew hewl didin ku pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê xurt bikin û got: “Em ji bo hilbijartinanên Parlamena Herêma Kurdistanê amadekariyan dikin.”
Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê didomin.
“Em hewl didin pêwendiyan Hewlêr û Bexdayê xurt bikin”
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di axaftina xwe ya di civînê de qala hilbijartinên Parlamena Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî kir.
Mihemed Şiya Sûdanî bi bîr anî ku hilbijartinên encumenên parêzgehan û bi taybetî encumena Kerkûkê hatine kirin û dom kir: “Em hiha jî ji bo hilbijartinanên Parlamena Herêma Kurdistanê ya Iraqê amadekariyan dikin. Em hewl didin ku pêwendiyên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingeh û şewazên ku di destûr û yasayên Iraqê de hatine diyarkirin xurt bikin. Yek ji karên me yên sereke berfirehkirina edaletê û parastina pirrengiya welatê me ye ku em wekî deskeftiyeke girîng dibînin.”
Hilbijartinên heyama 6an ên Parlamena Kurdistanê wê di 20ê Cotmehê de bên kirin.
Propagandaya hilbijartinan 25ê Îlonê dest pê kir û wê heta 15ê Cotmehê bidome.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin