Sûdanî Newrozê pîroz kir bi taybetî ya Kurdan
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani bi sedema hatina Newrozê, cejna xelkê Iraqê pîroz kir. Sûdanî, bi taybetî bo xelkê Kurd daxwazên xwe yên xweşiyê ragihand û têkiliyên hezkirinê yên vê roja taybet, çarenûsa hevpar û dîroka bi kok ya vê rojê, bibîr xist. Sûdanî di ser hesabê xwe yê Xê de got:
“Ji bo temamê xelkê Iraqê, bi taybetî bo birayên me yên Kurd, ji dil û can Newroza wan pîroz dikim. Daxwaza min ku Newroz bo me xêrê bîne. Bi hevkariya xelkê Iraqê û yekîtiyawan, di nav îstîqrarê de, ber bi dahatûyekî rohnî de, em ê rêya xwe dewam bikin.
Newroz, li her derê Iraqê riha biratiyê vedijîne, remza dîroka hevpar û yekîtiyê ye. Bila Iraqa me, her sal xwurttir be û di nav refahê de be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin