Suleyman Soylu: 2 milyon û 650 hezar kes di konan de dijîn
PeyamaKurd – Wezîrê karên navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu li herêma erdhejê li navça Pazarcikê di bin konan de, di wexta fetarê de fetara xwe bi mexdûrên erdhejê re vekir. Bi Soylu re parêzgerê Maraşê Ömer Faruk Coşkun û parêzgerê koordînator yê Kırıkkale Bülent Tekbıyıkoğlu hebûn.
Soylu, ragihand ku niha di bin konan de 2 milyon û 650 hezar kes dimînin û piştî mehekî wê jimara kesên di konteyniran de dimînin, wê ji sed hezarî bibore. Soylu weha dewam kir:
“Meha Remezanê ye û bi hezarî sifrên fetarê tên amadekirin. Tenê AFAD di wexta fetarê de şîvê dide 2 milyon kesan. Me 660 hezar kon vegirtiye. 2 milyon û 650 hezar kes di konan de dimînin. Jimara konteyniran 51 hezarî derbas kir. Wê avahî bên avakirin û li gundan jî di roja ku hatiye gotin, wê xaniyên wan teslîmê wan bên kirin….”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin