Suniyên Iraqê ji bo diyarkirina serokê parlamentoyê dicivin

25 August 2024 14:03 0 dîtin
 Suniyên Iraqê ji bo diyarkirina serokê parlamentoyê dicivin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Yekşemê aliyên Sunî yên Iraqê, ji bo diyarkirina kesekî ji bo postê serokê parlamentoyê dicivin.

Parlamenterê Iraqê Ziyad Cenabî ji medyayên Iraqê re daye xuyakirin, aliyên Sune wê 25ê Tebaxê ji bo diyarkirina kesekî ji bo postê serokê parlamentoya Iraqê.

Herwiha diyar kiriye ku heta niha ti aliyek li ser kesekî bo postê seroktiya parlamentoyê li hev nekiriye.

Hêjayî gotinê ye, posta serokê parlamentoyê mafê Sûniyên Iraqê ye, lê belê ev 9 meh in ji ber nakokiyên navxweyî nikarin namzedekî bo wê postê diyar bikin.