Parlamentoya Iraqê diyarkirina serokê nû yê parlamentoyê dicive
PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê ragihand ku dê 13ê Çileyê li demjimêr 15:00 ji bo diyarkirina serokê nû yê parlamentoyê rûniştina giştî bê lidarxistin.
Serokê berê yê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, 14ê Mijdara 2023yan bi biryara Dadgeha Federalî ji kar hatibû dûrxistin û ji wê demê ve serokê nû nehatiye hilbijartin.
Hate ragihandin ku Çarçoveya Hemahengiyê ya Şîe û aliyên din li ser hilbijartina serokê nû yê parlamentoyê li hev kirine ku roja Şemiya bê bicivin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin