Sûriyê li Qamisloyê berpirsekî Rêveberiya Xweser girt
PeyamaKurd - Hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve berpirsekî Rêveberiya Xweser li nava bajarê Qamişloyê girtin.
Endamê Encûmena Zagonsaz a Kantona Cizîra Rojavayê Kurdistanê, parêzer Hisên Mihemed Xidir ji aliyê dezgeha ewlehî ya Hikûmeta Sûriyê ve ku bi "Emin el-Dewle" tê naskirin, hate girtin.
Hisên Mihemed ji roja duşema vê heftiyê ve winda bibû û piştre hate diyarkirin, dema ku ew ji karê xwe vedigeriya mala xwe, hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve ew di rê de girtine.
Hisên Mihemed Xidir, endamê Partiya Aştî ya Demokrata Kurdistanî ye, û jî xelkê bajarê Qamişloyê ye.
Ji aliyê din ve Rêveberiya Xweser heta niha derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin