Swêd | Di êrîsa 4ê sibatê de mamosteyeke kurd jî can da
PeyamaKurd – Di 4ê sibatê de li bajarê Orebroyê yê Swêdê li dibistaneke êrîşeke çekdarî pêk hat ku piraniya xwendekar û mamosteyên wê biyanî bûn.
Hatibû ragihandin ku di encama êrîşê de 11 kesan canê xwe ji dest daye û 12 kes jî birîndar bûne.
Îro hat ragihandin ku ji kesên ku di êrîşê de canê xwe ji dest dane, yek jî mamosteyeke kurd e ku li Swêdê dijiya
Hat ragihdandin ku “Yek ji wan kesên ku di bûyera Orebroyê de can daye, mamostayeke kurd a bi navê Ezîze ye.”
Medyaya Swêdê diyar kir ku mamoste Ezîze 68 salî bû û heger canê xwe ji dest neda, îsal dê teqawit bibûya û zêdeyî 20 salan bûye ku li Swêdê mamostetiya matematîkê (bîrkarî) dikir.
Mamoste Ezîze di salên 1990î de ji navçeya Şeqlawayê ya Hewlêra Herêma Kurdistanê çûye Swêdê û lê bi cih bûye.
Li ser YouTubeê bi kurdî dersên matematîkê dida
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Mamoste Ezîze li ser medyaya civakî çalak bû. Wê li ser kanala xwe ya YouTubeê ku zêdeyî 124 hezar aboneyên wê hebûn, bi kurdî dersên matematîkê dida xwendekarên kurd.
Ji bilî Mamoste Ezîze û kesên swêdî, welatiyên ji welatine din jî di êrîşê de can da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin