Li Swêd bi êrîsa bombeyî hewl dan siyasetmedara Kurd a Rojhilatî bikujin
PeyamaKurd – Hewla kuştina çalakvana Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê û Rêvebera Partiya Xrîstiyan Demokrat a Swêd Suheyla Furş Kelhûr, hat kirin.
Hat ragihandin hefteya borî, bi bombeyeke destî êrîş li ser odeya razanê ya mala Suheyla Kelhûr hatiye kirin ku di encama wê êrîşa bombeyî de jî ziyan gihîştiye mala wê, lê rewşa wê bi selamet bûye û birîndar nebûye.
Li gorî zanyariyan beriya niha kesekî bi zimanê farisî bi rêya telefonê gef li Kelhur xwariye û jê re gotiye, “Tê bibînî bê Îran çi tîne serê te”.
Suheyla Kelhûr jina çalakvana Kurd a Rojhilatê Kurdistanê ye ku li welatê Swed dijî û endamê serkirdayetiya Partiya Demokrata Xrîstiyan a Swêd e.
Suheyla piştî bûyerê daye xuyakirin ku roja Çarşem û Pêncşema derbasbûyî kesekî bi zimanê farisî tehdîta kuştinê li wê kiriye û jê re gotiye, Komara îslamî karê xwe bi te heye.
Polîsê Swêd lêpirsîn û lêkolîna li ser bûyerê berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin