Wezîra Derve ya Swêdê: Ez bi tundî êrîsa mosekî ya li ser Hewlêrê sermezar dikim

17 February 2021 11:00 0 dîtin
Wezîra Derve ya Swêdê: Ez bi tundî êrîsa mosekî ya li ser Hewlêrê sermezar dikim

PeyamaKurd – Bi peyamekê, dewleta Swêdê, bi tundî êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê şermezar kir.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez bi tundî êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê şermezar dikim.”

Ann Linde da zanîn: “Ez sersaxî didim xizmên qurbaniyan û hêviya zû başbûnê ji bo birîndaran dikim.”

Herwiha Linde eşkere kir û got: “Swêd pabend e bi piştevaniya Iraqê, ji bo pêkanîna seqamgîrî û şerê li dijî terorê.”