Swêd: Dibe ku Tirkiye berî Cotmehê endamtiya NATOyê bipejirîne...
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billström, ragihand, dibe ku Tirkiye beriya meha Cotmehê serlêdana Swêdê ya endamtiya NATOyê bipejirîne.
Billström piştî ku Tirkiyeyê qebûl kiriye endamtiya wan bipejirîne ji bo bala Enqereyê bikişîne ser mijarê û got, tevî betlaneya Parlamentoya Tirkiyê ya havînê jî agahî bo wan hatiye ku dibe parlamento ji bo pesendkirina endamtiya Swêdê ya NATOyê bicive.
Wezîrê Swêdî diyar kir, “Beriya bidawîbûna Lûtkeya Vilniusê, bi hempîşeyê xwe Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê re derfeta axaftinê çêbû û misogerî bo min hate dayîn ku dibe beriya betlaneya havînê parlamentoya Tirkiyê bê civandin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin