Swêdê ambargoya çekan a bo Tirkiyê rakir

30 September 2022 19:21 0 dîtin
Swêdê ambargoya çekan a bo Tirkiyê rakir

PeyamaKurd – Welatê Swêd ku Tirkiye astengiyan li ber endamtiya wan a NATOyê derdixe ragihand ku wan ambargoya çekan a li ser Tirkiyê rakiriye û ji bo hin berheman jî destûra hinardekirinê hatiye dayîn.

Saziya Çavdêriya Berhemên Stratejîk a Swêdê (ISP) ragihand, qedexeya ku ji sala 2019an ve berdewam bû, hat betalkirin û destûra hinardekirina alavên leşkerî ji Tirkiyê re tê dayîn.

Herwiha hatiye diyarkirin ku ev biryara rakirina ambargoya çekan a li ser Tirkiyê girêdayî daxwaza Swêd a endamtiya NATOyê hatiye dayîn.

Hêjayî gotinê ye, Swêdê piştî êrîşên Tirkiyê yên sala 2019an bi ser Rojavayê Kurdistanê de, ambargoya çekan danîbû ser Tirkiyê ku niha bi mercê rakirina vetoya ser endamtiya NATOyê ambargoyê radike.