Swêdê, balyozxaneya xwe ya li Bexdayê girt

20 July 2023 15:30 0 dîtin
Swêdê, balyozxaneya xwe ya li Bexdayê girt

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Swêdê ve hat ragihandin ku Balyozxaneya Iraqê ya li Bexdayê ku bi ser de hatibû girtin û hatibû şewitandin, hatiye girtin.

Piştî ku polîsên Swêdê destûr da çalakiya şewitandina ala Iraqê ya bi Qurana Pîroz a li ber avahiya Balyozxaneya Stockholmê, Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê, ji aliyê alîgirên Rêberê Tevgera Sedirê, Muqteda Sedir hatibû şewitandin.

Piştî bûyeran, Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê ragihand ku ji ber xwepêşandanên li ber avahiya balyozxaneyê û şewitandina avahiya balyozxaneyê dê heta demeke din girtî bimîne. 

Ji aliyê din ve Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom di daxuyaniyekê de ragihand ku hikûmeta Iraqê di parastina nûneratiyên xwe yên dîplomatîk de ne serkeftî ye û got, “Desteserkirina balyozxaneya li Bexdayê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Hikûmeta me ji bo hevdîtina bi rayedarên payebilind ên Iraqê re di nav têkiliyê de ye."