Tabloya derzîkirinê: Li gorî nifûsê 10 bajarên herî kêm hatine derzîkirin yên Bakurê Kurdistanê ne

06 February 2021 16:41 0 dîtin
Tabloya derzîkirinê: Li gorî nifûsê 10 bajarên herî kêm hatine derzîkirin yên Bakurê Kurdistanê ne

PeyamaKurd – Li gor daxuyaniya Wezareta Tendurustiyê ya Tirkiyê, ya hejmara derzîkirina rojane ya Korona û rêjeya nifûsa 2020a ya li gor parêzgehan diyar kiriye, bajarên herî kêm derzîkirin lê hatine kirin, bajarên Bakurê Kurdistanê ne.

Amarên Wezareta Tendurustiyê didin zanîn, li Tirkiyê li gor nifûsê, tevahiya bajarên herî kêm derzîkirin lê hatine kirin, bajarên Kurda ne. Ev yek jî balê dikşîne.

Li gor amaran, teqrîba derzîkirina Tirkiyê ji sedî 4,01 e. Li hember wê, bajarê herî kêm derzîkirin lê hatiye kirin ji sedî 1,27an Colamêrg e. Bi rêz rêjeya derzîkirina bajarên Bakurê Kurdistanê wiha ye: 

Agirî (1,34), Şirnex (1,46), Sêrt (1.67), Riha (1,76), Mêrdîn (1,77), Mûş (1,77), Bêdlîs (2,11), Çewlig (2,11), Wan (2,32) ve Diyarbekir (2,64).

‘‘Derzîkirina herî zêde ne li bajarên mezin in’’

Li gor hejmara 4ê Sibata 2021ê, li gor rêjeya nifûsê derzîkirina 10 bajarên sereke ev in: Isparta (6,71), Amasya (6,38), Bolû (6,29), Bûrdûr (6,07), Edîrne (5,82), Eskîşehîr (5,77), Çanakkale (5,70), Artvîn (5,61), Gîresûn (5,56), Çorûm (5,39)

Enqere ji sedî 5,35an di rêza 11an de ye, Îzmîr ji sedî 4,62an di rêza 30an de ye, bajarê herî qerebalix yê Tirkî Stenbol bi nifûsa xwe ya 15 milyonan ji sedî 3,63 hatiye derzîkirin û di rêza 55an de ye.

Li gor di nexşeya derzîkirinê ya li gor rêjeya nifûsa Tirkî û bajaran ku ji aliyê pisporê zaninkirariyê Zeki Berk ve hatiye belavkirin, rewşa Tirkiyê û Bajarên Bakurê Kurdistanê wiha ye:

< >