Li gorî amarên TUÎKê bajarên herî 'ne bextewar' yên Bakurê Kurdistanê ne

01 February 2022 20:22 0 dîtin
Li gorî amarên TUÎKê bajarên herî 'ne bextewar' yên Bakurê Kurdistanê ne

PeyamaKurd – Saziya Amaran a Tirkiyê (TUÎK) li seranserê Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê bi navê; "Lêkolîna Bexteweriya Jiyanê ya 2021ê" rêjeya bextewariyê eşkere kir.

Li gorî vê lêkolîna TUÎKê ji sedî 24,75ê welatiyên li Diyarbekirê ji jiyana xwe nerazî ne û piştî wê jî wekî bajarên herî ne bextewar ji jiyana xwe bajarên din ên Bakurê Kurdistanê man hatine rêzkirin.

Ew jî Dersîm bi rêjeya %24.2, Riha bi rêjeya %21.04, Mêrdîn bi rêjeya %18.38, Mûş bi rêjeya %18.34, Bedlîs bi rêjeya %17.93 û Batman bi rêjeya 17.16 wekî bajarên herî ne bextewar ji jiyana xwe hatine diyarkirin.

Herwiha li gorî vê lêkolîna TUÎKê bajarê Isparta yê herî bextewar ê Tirkiyê hatiye nîşandan ku tenê %5.55 welatiyên wî bajarî ji jiyana xwe nerazî ne. Dîsa di rêza duyem de bajarê Bolu tê ku neraziyên wê %5.62 in.

Li gorî TUÎKê xelkê paytexta Tirkiye Enqere bi rêjeya %9.95 û yê Stenbolê jî bi rêjeya %9.12 ji jiyana xwe nerazî ne.