TUÎKê eskere kir: Bêkariya herî zêde li 4 bajarên Kurdan e

23 March 2022 15:51 0 dîtin
TUÎKê eskere kir: Bêkariya herî zêde li 4 bajarên Kurdan e

PeyamaKurd – Saziya Amaran a Tirkiyê (TUÎK) amarên lêkolîna bêkariya li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê eşkere kir.

Li gorî amarên TUÎKê rêjeya bêkariyê herî zêde li bajarên Bakurê Kurdistanê yên Mêrdîn, Batman, Şirnex û Sêrtê hatiye tomarkirin ku bêkarî li wan bajaran 29,8% ye.

TUÎKê Tirkiye wekî 26 herêm dabeş kirine û di nav wê dabeşkirinê de, rêjeya bêkariyê ya herî kêm jî bi 5,8%î bajarên Kastamonu, Çankiri û Sînop derketine.

Herwiha li gorî bajarên din ên Bakurê Kurdistanê rêjeya beşdarbûna kar li bajarê Diyarbekirê zêdetir derketiye ku ew jî ji sedî 40,6 e.

Li gorî amarên TUÎKê bêkarîya giştî li gorî sala 2021ê ji sedî 1,1 kêm bûye û bêkariya giştî niha 12% e.