TIHVê amarên qedexeyan derketina derve eskere kirin: Herî zêde li Amedê…
PeyamaKurd – Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TIHV) amarên qedexeyan eşkere kirin. Li gorî wê yekê ji 16ê Tebaxa 2015an ku rewşa awarte (OHAL) hatibû ragihandin û heta niha, li 11 bajar û li 51 navçeyan 369 caran bi awayekê fermî derketina derve hatiye qedexekirin. Herî zêde li Amedê qedexe hatine sepandin.
Li gorî raporta Navenda Dokumantasyonê ya Weqfa Mafê Mirovan (TIHV) herî zêde li Amedê qedexe derketina derve hatiye sepandin.
Di sala2019an ku em tê de ne, li sê bajarên bakurê Kurdistanê (Bedlîs, Sêrt, Amed) bi tevahî 18 caran qedexeya derketina derve hatiye ragihandin:
HERÎ ZÊDE LI AMEDÊ QEDEXE HAT RAGIHANDIN
Bajar û hejmara qedeyên derketina derve ku lê hatine qedexekirin:
- Amed (214 caran)
- Mêrdîn (54 caran)
- Bedlîs (26 caran)
- Colemêrg (23 caran)
- Şirnex (13 caran)
- Sêr (11 caran)
- Mûş (7 caran)
- Çewlik (7 caran)
- Dêrsim (6 caran)
- Batman (6 caran)
- Elazığ (2 caran)
BANDORA QEDEXEYAN BI KÊMANÎ MILYONEK Û 809 HEZAR MIROVAN BÛ
TIHVê di rapora xwe de eşkere kiriye ku bandore qedexeyên derketina derve bi kêmanî li milyonek û 809 hezar mirovî bûye.
"Beriya qedexe bê ragihandin li gor gelheya 2014an li cihên qedexe hatiye sepandin milyonek û 809 hezar kes dijîyan. Ev mafên welatiyan hatin binpêkirin: Azadî, mafê ewlehiyê, azadiya olî, mafê rêza li jiyanê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin