RAPOR | 10 welatên herî zêde pere ji bo hêzên leskerî xerc kirine hatin eskere kirin

10 September 2021 21:01 0 dîtin
RAPOR | 10 welatên herî zêde pere ji bo hêzên leskerî xerc kirine hatin eskere kirin

PeyamaKurd – Enstîtuya Navdewletî ya Lêkolînên Aştiyê ya Stockholmê, raporek derbarê welatên herî zêde pere ji bo hêzên leşkerî û çekan xerc dikin amade kir.

Li gorî raporî ji sala 1988 ve xercîneyên leşkerî li seranserê dinyayê zêde bûne ku Amerîka serî dikişîne.

 Di raporê de hatiye destnîşankirin, di sala 2020an de 1 trîlyon û 981 milyar dolar bo hêzên leşkerî hatiye xerckirin ku ji sedî 62yê wê jî 5 welatên rêza pêşî pêk tînin.

Di raporê de 10 welatên herî zede  pere ji hêzên leşkerî re xerc kirine wiha hatin rêzkirin:

1. Amerîka 778 milyar dolar

2. Çîn 252 milyar dolar

3. Hindistan: 79.5 milyar dolar

4. Rûsya: 61.7 milyar dolar

5. Îmarat: 59.2 milyar dolar

6. Erebistana Siûdî: 57.5 milyar dolar

7. Almanya: 52.8 milyar dolar

8. Fransa: 52.7 milyar dolar

9. Japonya: 49.1 milyar dolar

10. Koreya Başûr: 45.7 milyar dolar