Talankirina Efrînê, di rojeva Dadgeha Ewrûpayê de ye!
PeyamaKurd- Talankirina Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve hate belgekirin. Êdî Dageha Mafên Mirova ya Ewrûpayê (DMME) wê pêre eleqedar bibe.
Endama Komeleya Mafên Mirovan (KMM) ya Cizîrê Xedîce Îbrahîm ji çapemeniya Kurdî re axivî û daxuyaniyên girînd dan.
Îbrahîm wiha got: “Çavkaniyên me yên herêmî belgeyên li Efrînê gihandine me. Em ê van belgeyan bigihînine Dageha Mafên Mirova ya Ewrûpayê (DMME) da ku ew jî zextên xwe li ser Tirkiyê zêde bikin.
313 parêzvanên mafên mirovan binpêkirina mafên mirovan, li Efrînê tespît kirin û dixwazin ku van belgeyan teslîmî Dadgeha Cezayan ya Navnetewî bikin.
Parêzvanê mafên mirovan Erdewam Ehmed jî ragihand ku ew, raporên rojane amade dikin û binpêkirina mafên mirovan bênavber dewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin