Tasçier: Eger HDP dixwaze careke din bi hêz bibe, divê vegere siyaseta 30 sal berê
PeyamaKurd – Wekîlê berê yê HDP'ê Îmam Taşçier jî got, "Eger HDP dixwaze careke din bi hêz bibe, divê vegere siyaseta 30 sal berê."
Îmam Taşçier got, "Hikûmet bi salan e zextê li HDPê dike, lê di encama hilbijartinê de derket holê ku di polîtîkaya HDPê de xeletî heye."
Taşçier got, "Divê HDP li fikrên 30 sal berê vegere" û wiha got:
“Siyaseta Kurd wê demê digot ‘ji Kurdistanê re azadî, ji Tirkiyeyê re demokrasî’. Daxwaza azadiyê ji bo Kurdan daxwaza statuyê bû. Ger HDP vê siyasetê nîşan nede, wê bi serketina partiyê zehmet be. Di vê pêvajoya nû de wê kongreya HDPê bi dawî bibe û muzakere bên kirin. Di kongre û civînan de wê ev mijar bên rojevê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin