Tayip Erdogan bi Putin re axifî

24 June 2021 22:04 0 dîtin
Tayip Erdogan bi Putin re axifî

PeyamaKurd – Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê re bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin re axifî. Li gor ragihandina beşa çapemeniyê ya Rûsyayê, Erdoğan bi Putin re li ser biryara ku ji nû de seferên hewayî destpêbikin û li ser destpêkirina amadekirina vaccina Sputnik V yê axifîne.

Di ragihandinê de her weha hat gotin ku behsa rewşa niha ya Qerebaxê kirine û ragihandin weha dewam dike:

“Di axaftinê de behsa xebatên navenda çavdêriyê ya Tirk-Rus ya hevpar kirin. Tirkiyê desteka xwe daye Rûsyayê bo bicîhanîna peymanên ku di rojen 09.11.2020 û 11.01.2021 an de yên di navbera Rûsya-Ermenistan-Azerbeycanê de hatine kirin.”

Her dû teref ragihandine ku ew amade ne da bo pêşdeçûna aboriya herêmê û avahiyên bingehîn nûh bikin û koordinasyona xwe dewam bikin. Krîza Sûriyê mijareka dinê ya axaftina wan bû û agahî weha dewam dike:

“Her dû teref behsa girîngiya berlêgirtina arîşeyên li Idlibê yên ji aliyê artêşa Rûsya û Tirkiyê û behsa girîngiya têkoşîna li hemberê grûbên terorîst kirin. Her dû serok hemfikir mane da têkiliyên xwe yên zatî bimeşînin û Putin fikrên xwe yên bo hevdîtinên xwe û Biden yên li Cenevreyê bo Erdoğan got.”