Tehran: Em amade ne ku bi DYAyê re dest bi danûstandinên peymana nukleerî bikin
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê yê bi wekalet Elî Baqrî Kanî duh di hevpeyvîna xwe ya bi kovara Newsweek re ragihand ku Tehran, ji bo vegera danûstandinên dualî yên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên peymana nûkleerî amade ye ku ji nû ve destpê bike.
Alî Baqirî Kanî beriya ku xwe amade dikir ku di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya li New Yorkê de axaftinekê bike vê daxuyaniyê da Newsweekê.
DYA, di bin rêveberiya Serokê berê Donald Trump de, di 2018an de ji peymana nukleerî ya di navbera Îran û şeş hêzên cîhanê de vekişiyabû.
Hevdîtinên nerasterast ên ji bo vejandina peymanê yên di navbera DYA û Îranê de rawestiyane. Îran hîn jî aliyek ji peymanê ye, lê belê ji ber guvaşên aborî yên DYAyê sozên ku dabû kêm bicih tîne.
Li gorî kovara Newsweekê, Baqrî Kanî diyar kir ku di warê siyaseta derve de, di mijara ji nû ve destpêkirina danûstandinên bi Washingtonê re yên ji bo vejandina beşdariya dualî ya peymana nûkleerî deriyê Tehranê vekirî ye.
Li gor kovarê Bakiri Kanî diyar kiriye ku armanca Tehranê bihêzkirina pêwendiyên xwe yên bi Çîn, Rûsya û welatên cîran e. Wezîrê bi wekalet amaje bi wê yekê jî kir ku Îran, wê ji ber şerê li Xezzeyê, li dijî Îsraîl ê bergiriyên bihêztir bixwaze.
Bakiri Kanî roja Pêncşema borî di daxuyaniyeke din de ragihandibû ku welatê wî bi navbeynkariya Ummanê, bi DYAyê re danûstandinên nerasterast ên di derbarê peymana nûkleerî de dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin