Tehsîn Xefacî: Nêzîkî 1000 terorîstên DAISê li Iraqê hene
PeyamaKurd – Derbarê hejmara terorîstên DAIŞê li Iraqê, Berdevkê Operasyonên Hevbeş ê Iraqê Tehsîn Xefacî diyar kir, nêzîkî 1000 çekdarên rêxistina terorîstî ya DAIŞê li Iraqê hene.
Tehsîn Xefacî ji medyaya Iraqê re da zanîn, li gor zanyariyên wan nêzîkî 1000 çekdarên rêxistina terorîstî ya DAIŞê li Iraqê mane.
Xefacî li ser endamên DAIŞê yên li kampa Holê jî axivî û destnîşan kir, dosyeya kampa Holê, dosyayeke aloz e û ew hewl didin hemû deriyên xwe yên sînorî bi ser DAIŞê de bigirin ji bo hebûna DAIŞê li Iraqê bidawî bikin.
Herwiha Tehsîn Xefacî eşkere kir, çekdarên DAIŞê çûnûhatinê dikin di navbera sînorên Iraq û Sûriyê de, xisûsî di navbera wan herêmên di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de ne çûnûhatinê dikin û ji hebûna valahiya emnî îstîfade dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin