Tenduristiya Qamislo: Rêjîma Sûriyê alîkariyên ku WHO dide wê, nade me!

16 April 2020 11:42 0 dîtin
Tenduristiya Qamislo: Rêjîma Sûriyê alîkariyên ku WHO dide wê, nade me!

PeyamaKurd - Rêveberiya tenduristiya bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ragihand, rêjîma Sûriyê alîkariyên ji aliyê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ve tên pêşkêşkirin, ji wan re naşîne.

Cîgirê berpirsê tenduristiya Qamişlo, Mihemed Xelef ji televîzyona K24 re ragihand, alîkariyên ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ve (WHO) ji bo Qamişlo hatine şandin, negihîştine destê wan. Mihemed Xelef diyar kir jî, li gor zanyariyên wan, ew alîkarî gihîştine Qamişlo, lê ta niha negihîştine destê Rêveberiya Xweser.

Cîgirê berpirsê tenduristiya Qamişlo her wiha got, heta niha rêjîma Sûriyê ti tiştek ji alîkariyên ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê pêşkêş dike, ji wan re neşandiye.

Li ser pêketina hejmarek kes li Dirbêsiyê bi vîrusa Korona jî  Xelef got: 3 kesên gûmanlêkirî bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Qamişlo re gihîştibûn Qamişlo û têstên wan ên destpêkê pozîtîf derketibûn, lê têsta wan ya duyem hîn nehatiye kirin û ji ber ku cihê kerentînê li Qamişlo nemabû, me ew şandin Dirbêsiyê.

Xeelf tekez kir jî, heta testa PCR ji wan her 3 kesan re neyê kirin, nayê zanîn ew nexweşên Korona ne yan na. Bi gotina Mihemed Xelef, heta niha kesên bi riya Firokeya Navdewletî ya Qamişlo re gihîştine deverê, li cihekî 54 kes û li cihekî din 27 kes hatine kerentînekirin.

Xelef behsa wê yekê jî kir û got, niha li Sûriyê hejmara kesên bi vîrusa Korona dikevin di zêdebûnê de ye, ji ber wê ew hewl didin kesên bi riya Firokexaneya Qamişlo re tên deverê kontrol bikin, lê rêjîma Sûriyê hevahengiyê bi wan re nake