Tenduristiya Sahbanûya Brîtanyayê têk çû: Di bin çavdêriya pizîskî de ye
PeyamaKurd – Şahbanûya Brîtanyayê Elizabeth II ku temenê wê 96 sal e û du şerên cîhanê dîtine, rakirin nexweşxaneyê û xistin bin çavdêriya pizîşkî. Li gorî zanyariyên medya Brîtanî rewşa tenduristiya Elizabethê nebaş e.
Koşka Buckinghamê îro 8ê Îlonê derbarê rewşa tenduristiya Şahbanûya Brîtanyayê Elizabeth de daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Vê sibehê piştî nirxandineke temam, pizîşkên Şahbanûyê ji tenduristiya wê bi fikar bûn û pêşniyar kirin ku ew di bin çavdêriya pizîşkî de bimîne. Şahbanû rehet e û li Balmoralê dimîne.”
Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss jî da xuyakirin: “Wê tevahiya welêt îro nîvro bi nûçeyên ku dê ji Koşka Buckinghamê werin re pir mijûl be. Fkra min û hemû welatiyên Brîtanyayê di vê demê de bi Şahbanû û malbata wê re ye.”
Şahbanû Elizabeth a 96 salî ji payîza sala borî ve nikare bi serê xwe bimeşe û gopal bikar tîne. Herwiha ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, nekaribû beşdarî bernameyên fermî yên wekî vekirina parlamentoyê û pîrozbahiyên 70 saliya şahîtiya xwe (Salvegera Platinum) bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin