Tirkiye | 132 rêwî û karmendên balafira Tehranê dikevin bin çavdêriya pizîskî
PeyamaKurd – Piştî ku balafira Tehranê ya rêwiyan bi gumana hebûna vîrusa koronayê li Enqereyê bilez danî, hemû rêwî û karmendên balafirê bo nexweşxaneyê têne veguheztin.
Wezîrê Tendurisiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca ragihand, li Tirkiyê hîn vîrusa koronayê nehatiye dîtin, lê belê wê 132 rêwî û karmêndên balafira ji Tehranê hatiye bo nexweşxaneya Dr. Zekaî Tahir Budak a Enqerê bên veguheztin û her hemwelatiyên Tirk ku ji Îranê vegerin jî wê 14 rojan di bin çavdêriya pizîşkî de bimînin.
Hat zanîn ku di 17 rêwiyên balafirê de gumana hebûna vîrusa koronayê heye û li Balafirxaneya Esenboga ya Enqerê jî rewşa awarte hatiye ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin