"Teqînek di nava kêlgeha Kormorê de çêbûye"

13 January 2023 14:30 0 dîtin
"Teqînek di nava kêlgeha Kormorê de çêbûye"

PeyamaKurd Alîkarê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kiriye: “Teqînek di nava kêlgeha Kormorê de çêbûye û heta niha sedem û şêweya teqînê ne diyar e.”

Li gor Alîkarê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ehmed Muftî ji Rûdawê re daye zanîn, “Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine.”

Weke tê zanîn, kêlgeha Kormorê ya Herêma Kurdistanê ku dikeve qezaya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê, berê çend caran rastî êrîşên bi rmoşekan hatiye.