Hêzeke Pêsmerge planeke êrîskirina li ser kêlgeha Kormorê pûç kir
PeyamaKurd – Hêzeke Pêşmerge planeke êrîşkirina li ser kêlgeha Kormorê ya gazê pûç kir.
Li gor Serokatiya Erkana Hêzên 70 yên Pêşmerge bi daxuyaniyekê da zanîn, piştî ku çend caran bi moşekan êrîş li kêlgeha Kormorê hat kirin, hêzên wan li navçeyên ku valahiya ewlehê heye, dest bi lêkolîn, lêgerîn û operasyonê kirin û do 27ê Tîrmehê ew gihîştin cihê ku jê ve moşek dihatin avêtin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, “Li wî cihî moşek li ser barhilgireke ji cura Kia hatibûn danîn û hatibûn amadekirin ji bo careke din kêlgeha Kormorê bikin armanc. Ew moşek hatin pûçkirin û dest bi barhilgir û moşekan hat danîn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin