Tevahiya daxuyaniya Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê: Nehêlin mirin çêbin...

06 May 2019 16:27 0 dîtin
Tevahiya daxuyaniya Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê: Nehêlin mirin çêbin...

PeyamaKurd - Parêzerên Serokê PKKê Abdullah Ocalan ku li Girava Îmraliyê girtî derbarê hevdîtina 2yê Gulanê ya ligel Abdullah Ocalan daxuyanî dan.

Parêzeran daxuyaniya ku ji aliyê Abdullah Ocalan û hevalên di girtîgehê de ligel wî dimînin hatibû amadekirin di civîna rojnamevanî ya Stenbolê de xwendin.

Di daxuyaniyê de, Abdullah Ocalan li ser grevên birçîbûnê yên bi Leyla Guvenê dest pê kiribûn û bi hezaran girtî û kesên din jî berdewam dikin got, tevî ku rêzê li çalakiya wan digirim dixwazim nehêlin mirin çêbibin ango grevê bidawî werînin.

Di beşa li ser grevên birçîbûnê de hat xwestin ku nehêlin grevên birçîbûnê bibin sedema mirinê û wiha hat gotin: "Em hurmetê nîşanî berxwedana hevalên li girtîgehan û li derve didin, lê dixwazin bi taybetî destnîşan bikin ku divê negihînin asta ku rewşa wan a tenduristiyê bixe nava metirsiyê û rê li ber mirinê veke. Ji bo me tenduristiya wan aqil, beden û rûhî li ser her tiştî ye. Herwiha em di wê baweriyê de ne ku nêzîkatiya watedar pêşxistina sekna rûhî û zihnî ye."

Daxuyaniya ku îmzeya Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din li ser e wiha ye:

"Di vê pêvajoya dîrokî de pêwîstî bi lihevkirineke kûr a civakî heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, pêwîstiyeke xurt bi rêbazeke danûstandinên demokratîk heye, ya dûrî çanda dijberbûn û şer.

Em dikarin pirsgirêkên Tirkiyeyê û yên herêmê, ne bi şer û amûrên şîdeta fîzîkî, lê bi hêza nerm, yanî bi hêza aqil, polîtîk û çandî çareser bikin.

Em di wê baweriyê de ne, di çarçoveya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, pirsgirêkên li Sûriyeyê dûrî çanda şer, di rewşa ku tê de ne di çarçoveya yekparebûna Sûriyeyê de bi perspektîfa demokrasiya xwecihî ya bi Destûra Bingehîn hatiye ewlekirin divê bên çareserkirin. Di vê çarçoveyê de divê hesasiyetên Tirkiyeyê jî bên dîtin.

Em hurmetê nîşanî berxwedana hevalên li girtîgehan û li derve didin, lê dixwazin bi taybetî destnîşan bikin ku divê negihînin asta ku rewşa wan a tenduristiyê bixe nava metirsiyê û rê li ber mirinê veke. Ji bo me, tenduristiya aqlî, fîzîkî û ruhî ya wan berî her tiştî ye.

Her wiha em di wê baweriyê de ne ku nêzîkatiya herî bi wate, xurtkirina sekna zîhnî û ruhî ye. Sekna me ya li Îmraliyê, biryardariya ji bo kûrkirina rêbaza ku di Danezana Newroza 2013'an de hate ragihandin û domandina wê bi rengekî eşkere ye.

Aştiyeke bi rûmet û çareseriya siyaseta demokratîk ji bo me esas e.Em her kesên ku ji ber sekna me ya li Îmraliyê meraq dikin û helwestê nîşan didin, bi rêzdarî bi bîr tînin û di asta herî bilind de spasdarê wan in." 

Abdullah Ocalan, Hamili Yildirim, Omer Hayrî Konar, Veysi Aktaş

Parêzerên Ocalan pê re hevdîtin pêkanîn