Tîma futbolê ya Dalkurd navê xwe, rengê forma û logoya xwe diguherîne

06 February 2021 12:31 0 dîtin
Tîma futbolê ya Dalkurd navê xwe, rengê forma û logoya xwe diguherîne

PeyamaKurd –  Tîma futbolê ya Kurda Dalkurd, navê xwe, rengê forma û logoya xwe diguherîne.

Li gor daxuyaniya Dalkurd FF a li ser malpera xwe ya fermî û diyar kir; navê Dalkurd, logo û rengên tîmê dê werin guhertin.

Di daxuyaniyê de hat desnîşankirin, bi navê Bratî FC, bi nasnameyeke nû, amblem, reng û futbolîstên nû, reformek tê kirin.

Herwiha hat eşkerekirin, ji bilî nav û logoya tîmê, di rêveberiyê de jî guhertin dê werin kirin û "li hemû qadan, di asta herî bilind de ligel sazî û kesayetên profesyonel xebata xwe bidomînin."

Di 23ê Sibatê de, kongreyeke asayî dê were lidarxistin û Dalkurd wê bi fermî navê xwe bike Bratî FC.

Li gor zanyariyên ji rêveberiya Dalkurdê hatine wergirtin, Ala Kurdistanê ya li ser logoya tîmê jî tê derxistin.

Sedema guhertina navê Dalkurdê de hat ragihandin; ji ber ku Ala Kurdistanê li ser logoyê ye û rengên tîmê ji kesk û sor û zer pêk tê, Ereb û Tirk bertek nîşan didin.

Herwiha sedema herî mezin a guhertinên di tîma Dalkurdê de, weke rewşa darayî hat nîşandan.

Li gor zanyariyan, rêveberiya berê ya Dalkurdê, di kongreya asayî ya 23ê Sibatê de dê li dijî guhertina nav û logoyê derkeve.

Li aliyê din, li ser medyaya civakî jî alîgirên Dalkurdê, li hember derxistina Ala Kurdistanê ji logoyê, bertek nîşan didin.