Tîma Futbolê ya Hewlêrê bû yek ji tîma herî serkeftî li Asyayê
PeyamaKurd- Tîma Futbolê ya Hewlêrê di nav salên 200-2019an de, bi pûanên wergirtine li seranser Asyayê bûye tîme 23yemîn.
Li gorî lêkolîna kompaniya Opta ya lêkolînên werzişê di nav 171 tîmên welatên Asyayê de, tîma Futbolê ya Hewlêrê bûye 23yemîn û 60,33 pûan wergirtiye.
Di lêkolîna Optayê de, tîma Hewlêrê di salên 2003-2017an de 4 caran şampiyoniya lîgê bi dest xistiye, du caran maye fînalê û beşdarî li Şampiyoniya Asyayê kiriye.
Bi van encamên xwe jî Tîma Futbolê ya Hewlêrê hem li Iraq hem jî li Kurdistanê bûye tîma herî serkeftî ku ev wekî salên wê yên zêrîn têne binavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin