Tîma TRTê li Xezzayê ket ber êrîsa Îsraîlê

12 April 2024 20:52 0 dîtin
Tîma TRTê li Xezzayê ket ber êrîsa Îsraîlê

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê li Xezzayê li kampa penaberan ya Nusayratê êrîşê bir ser kampê û di dema êrîşê de tîma TRTê ya Ereb ket ber êrîşê.

Di nav êrîşê de ne tenê TRT lê tîmên TVyên din jî hebûn. Artêşa Îsraîlê êrîşê bi tankê kir û hinek rojnamevanên din jî birîndar bûn. Di dîmenan de tê dîtin ku piştî rojnamevan birîndar dibin, xelk wan dibe ciyên bi ewle.

Kameramanên TRTê Sami Şehade û birîndarên din dibin nexweşxana şehîdên Aksayê, lingê wî ampute dikir û ji gelek ciyên xwe birîndar dibe.

Nûçegihanê Erebî yê TRTê Sami Berhum jî di bûyerê de sivik birîndar dibe. Rojnamevan Muhammed es-Sawalihi ji destê xwe yê rastê birîndar dibe.