Tirkiyê 7 gundên bajarokê Zirganê yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kir

07 October 2022 12:36 0 dîtin
Tirkiyê 7 gundên bajarokê Zirganê yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kir

PeyamaKurd – Hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê, 7 gundên bajarokê Zirganê yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Çavkaniyên Rêveberiya Xweser diyar kirin, roja 6ê Cotmehê hêzên Tirkiyê û komên çekdar gundên Um Hermele, el-Bûbî, el-Esediye, el-Nuweyhat, Xirbet Şiîr, Til el-Werd û Dada Ebdal ên navçeya Zirganê li bakurê rojavayê Heseke bi giranî topbaran kirine.

Herwiha heman çavkaniyan eşkere kirine, zêdeyî 100 gulleyên topan li wan heft gundên Zirganê ketine û di encama wê topbarana dijwar de zerarên zêde gihîştin mal û milkên gundiyan û pêleke derbiderbûnê ber bi navçeyên aram ve destpê kir.

Hat zanîn ku bi sedema topbaranê zerareke zêde giha aşê Zirganê û avahiya Şaredariyê.