Tirkiye | Aksener maseya 6 partiyan hilwesand û bang li herdu saredarên CHPê kir
PeyamaKurd – Seroka Partiya IYI ya Tirkiyeyê Meral Akşener, piştî ku duh 2yê Adarê di civîna maseya 6 partiyên opozîsyonê de ku tê de beşdar bû, navê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kilicdaroglu derket pêş, nerazîbûn nîşan da û îro Înê piştî civîna şêwrê ya partiya xwe vekişîna IYIPê ji nav maseya şeşqolî ragihand.
Meral Akşener di civîneke rojnamevanî de ragihand ku wan ji bo namzediya serokomariyê bi 5 partiyên Tifaqa Millet re li hev nekiriye.
Meral Akşener bang li herdu şaredarên CHPê ku IYIPê dixwest yek ji wan bibe namzedê hilbijartinên serokomariyê, Mansur Yavaş (Enqere) û Ekrem Îmamoglu (Stenbol) jî kir ku di pêvajoya namzediya serokomariyê de berpirsiyariyê bigirin ser xwe.
Akşener diyar kir ku 5 partiyan ew neçarî tercîhekê kirine û wiha axivî:
“Di civîna duh de me behsa namzedê serokomariyê yê hevbeş kir. 5 partiyên opozîsyonê ligel namzedbûna Kilicdaroglu ne. Me ji bo namzediya serokomariyê Mansur Yavaş û Ekrem Îmamoglu pêşniyar kir. Pêşniyarên me yên aqilane ji aliyê wan pênc partiyan ve hatin redkirin. Erka sereke ya li ser milê me, parastina welatê me ye. Maseya 6 partî êdî îradeya gel nîşan nade.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin