Ji HDPê nirxandin û hewldana ewil li ser vekisîna Aksener a ji maseya 6 partiyan
PeyamaKurd – Piştî ku Seroka IYIPê Meral Akşener, ji ber namzediya serokomariyê ya Kemal Kilicdaroglu ji Tifaqa Milet û maseya 6 partiyên opozîsyona Tirkiyê vekişiya, partiyên din ên maseyê bi awayekî awarte dest bi civînên ligel rêveberiyên partiyê xwe dikin.
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ji bo rewşa Maseya 6an û helwesta Partiya ÎYÎ ji bo geşedanên siyasî binirxîne sibê 4ê Adarê civîneke awarte li dar dixe.
Herwiha Parlementera berê ya HDPê ya Diyarbekirê Sibel Yigitalp, li ser vekişîna IYIPê ji maseya opozîsyonê parvekirinek li ser medya civakî kir û wiha got: “Meral Akşener ti carî nebûye hêviya gelên Tirkiyeyê. Pêwîst nake roleke jê zêdetir bidin wê. Tenê ya ku lê tê kir.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin