Ji HDPê nirxandina gotinên Kiliçdaroglu yên bo 'Zimanê Kurdî' û bersiva bazariyên hilbijartinê

27 May 2019 15:49 0 dîtin
Ji HDPê nirxandina gotinên Kiliçdaroglu yên bo 'Zimanê Kurdî' û bersiva bazariyên hilbijartinê

PeyamaKurd – Piştî ku hevdîtinên parêzeran ên bi Abdullah Ocalan re dest pê kirin û grevên birçîbûnê jî doh yekşemê hatin bidawîanîn, îdiayên ku deshilatdariya AK Partiyê bazariya hilbijartinê bi HDPê û Kurdan re dike dîsa zêde bûn.

DEMIRTAŞ: ME BAZARÎ BIKIRA EV DU SAL Û NÎV E, NE LI VIR BÛM

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaşê li Girtîgeha Edirneyê zindanîkirî di hevpeyvîneke xwe de li ser wan îdiayan got, “Wekî partiyeke ku herî zêde dijî faşîzmê radibe û her dem bedelên giran dide, ti gotinekê ji îdiayên ku me wekî partiyeke arzan û bê prensîb bazariyê dibînin re nabînim. Heke em di asta bazariyeke wî rengî de bûna, ev du sal û nîv e em ji xwe ne li vir bûn.”

Wekîlê Koma HDPê Saruhan Oluç jî piştî Demirtaş li ser pirsa “Gelo bidawîanîna grevên birçîbûnê beriya hilbijartinên Stenbolê tê wateya pêvajoyeke nû ya çareseriyê?” axivî û da xuyakirin, “Min jî hevpeyvîna Demirtaş xwend, ez jî heman wekî hevoka nivîsandiye difikirim. Ne HDP partiyeke bazariyên arzan e, ne jî niha ji jiyana çalakvanên greva birçîbûnê tiştekî bi qîmetir heye.”

 ‘GOTINÊN KILIÇDAROGLU YÊN BO PERWERDEYA ZIMAN GIRÎNG IN’

Oluç li ser daxuyaniyên Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu ku li fitara Platforma Parêzvanên Heqiyê (Hakkı Savunanlar Platformu) ya Kurdên Stenbolê gotibû, heke yasayek ji bo perwerde û fêrkirina Kurdî were parlamenê ew dê piştgiriyê bidin jî wiha axivî:

“Em van daxuyaniyan girîng dibînin. Belê cihê çareseriyê parlamento ye. Ji bo me girîng e ku ji bo çareseriyê parlamento tê destnîşan kirin. Ne tenê zimanê dayikê, ji bo çareserkirina pirsên çandî û nasnameyî jî divê cihê çareserkirinê parlamento be. Em vê nêzîkatiyê girîng dibînin û divê bi beşdariya partiyên opozîsyonê û partiya deshilatdar ev pirsgirêk bên çareserkirin.”

Kilçdaroglu çi gotibû?

Kiliçdaroglu beşdarî fitara Kurdên Stenbolê bû: Mafê ziman jêneger e