Malbata ku ewil li ber HDPê rûnistibû dawî li çalakiya xwe anî

03 October 2019 13:43 0 dîtin
Malbata ku ewil li ber HDPê rûnistibû dawî li çalakiya xwe anî

PeyamaKurd -Ji malbatên li ber HDPê çalakî li dar dixin malbata Çetînkaya ya ewil çûbû ber avahiya HDPya Amedê dawî li çalakiya xwe anî.

Li gorî nûçeya MAyê, Hin malbatên bi îdiaya ku “HDPê zarokên wan revandiye serê çiya” û hin malbatên leşker û polîsan ên ji aliyê PKKê ve hatine desteserkirin, çalakiya xwe ya rûniştinê li ber avahiya HDPa Amedê didomînin.

Her çiqas medya alîgir hejmarê 50 malbat nîşan bide jî lê hejmara malbatan li derdora 15-20’an e. Tê diyarkirin ku gelek malbatên beşdarî çalakiyê bûne êdî nayên beşdarî çalakiyê nabin. Yek ji van malbatan jî malbata Çetînkaya ye. 

Şahap û Feyziye Çetînkaya bi îdiaya ji 30yê tebaxê ve agahî ji kurê xwe Suleyman Çetînkaya nagirin di 3yê îlonê de li ber avahiya HDP’ê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn.