Putin: Em hewil didin ser bi dawî bikin!

24 May 2023 14:00 0 dîtin
Putin: Em hewil didin ser bi dawî bikin!

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, di axaftineke xwe de ba kişand ser şerê navbera Rusya û Ukraynayê û amaje kir ku wan ev şer nedaye destpêkirin lê ew hewil didin ku vî şerî bi dawî bikin.

Vladimir Putin, di axaftina xwe ya li merasîma ku xelatên dewletê hatin dayîn de got ku “Gelek caran ji me re dibêjin ku Rusyayê şer da destpêkirin. Naxêr, ji bo ku şerê li dijî gelê me bi dawî bibe, bi alîkariya operasyona leşkerî ya taybet, Rusya hewil dide vî şerî bi dawî bike.”

Serokê Dewleta Rusyayê Putin bal kişand ser gelê herêma Donbassê û got ku “Hin kesên ku min behs kir ji ber neheqiya dîrokî li derveyî sînorên dewleta Rusyayê hatin hiştin. Lê ev ne ew tiş e ku wan bike wê rewşê ku ew ne ji gelê me ne.

Rusya ji bo parastina van kesan her tiştî dike û helbet dê di pêşerojê de jî her tiştî ji bo vê yekê bike. Welatê me di 'demên dijwar' re derbas dibe. Lê belê em di nav hevkariyeke gelek taybet de ne."