'Berî serjimariya Iraqê hewil didin Kerkûkê ji Kurdan vala bikin'
PeyamaKurd - Berpirsê PDKê li Kerkûkê Merîwan Celal ragihand, rêveberiya sepandî ya Kerkûkê beriya serjimariya giştî ya Iraqê ka sala bê tê encamdan, ji bo Kurdan ji Kerkûkê derxe di nav hewldanan de ye.
Berpirsê ofîsa ragehandina baskê Kerkûkê yê PDKê Merîwan Celal ji medya Kurdistanê re ragihandiye û gotiye ku niha milîs û desthilata leşkerî li Kerkûkê bi hemû hewldana xwe ve kar dikin bo ku rêjeya kurdan li Kerkûkê kêm bikin û ev yek jî piştre bandora xwe hebe bo serjimêriya giştî ku biryare sala pêş me de li Kerkûk û Iraqê bê kirin.
Celal diyar kir ku ew jî kar dikin ku heta rewş asayî nebe ew serjimêrî neyê kirin li Kerkûkê.’
Merîwan Celal pê de çû: ‘’Em dibînin rojane taxên kurdan ên li Kerkûkê hêzên ewlehiyê bi bahaneyên cuda ve davêjin ser malan û givaşê li ser kurdan dikin û vê yekê rêveberiya sepandî ya Kerkûkê dike û ew berdewam e. Ereb kirina bajar berdewam dikin ku kurd bajar derkevin û ereb di cîha wan de bicîh bibin.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin