Mesrûr Barzanî: Em hewil didin berî 30 rojan kabîneyê pêk bînin

16 June 2019 13:28 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Em hewil didin berî 30 rojan kabîneyê pêk bînin

PeyamaKurd – Mesrûr Barzanî piştî civîna ligel Polîtbûroya PDKê ji medya Kurdistanê re ragihand, post hatine yekalîkirin û ew niha tenê C.Vya kandîdan werdigirin û guftûgoyê li ser dikin.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku ew ê hewl bidin beriya xilasbûna heyama qanûnî ya 30 rojan kabîneya nû pêk bînin û pêşkêşî parlementoya Kurdistanê bikin.

Barzanî di civîna rojnamevanî de got, pêwîst e aliyên dixwazin beşdarî hikûmetê bibin, kandîdên karibin bibin wezîr pêşkêş bikin û diyar kir ku di 2 rojên bê de ew serdana Silêmaniyê dike û bi aliyan re dicive.

Mesrûr Barzanî piştî ku roja 11ê Hezîrana 2019an ji aliyê Parlemantoyê ve ji bo pêkanîna kabîneya nehem hat kandîdkirin, roja 12ê Hezîranê jî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hat raspardin. Li gor fermana herêmî heyama 30 rojî ji raspardeyê bi pêkanîna kabîneya nehem re hatiye destnîşankirin.