Berî civîna Parlamana Iraqê fraksiyonên Kurdistanê biryara xwe ya dawî didin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Pêncşemê (27.02.2020) demjimêr 13:00ê civîna Parlamentoya Iraqê ya bi armanca dengdana ji kabîneya Elawî re dê birêve biçe.
Endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Mihemed Emîn Faris ragihand, demekî din dê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê li gel wezîrê darayî û aborî yê ıraqê Fuad Husên bi armanca guftûgo kirina derbarê helwêstê dawiyê de li ser dengdana baweriyê ji kabîneya Mihemed Tofîq Elawî re bicive.
Mihemed Emîn Faris got, di nav fraksiyonên parlamentoya Iraqê de guftûgo li ser bawerî dayîna bi kabîneya hikûmeta Iraqê berdewam e û heta naha fraksiyon negeheştine rêkeftinê.
Farisî got, herçend biryare civîn demjimêr 13:00ê birêve biçe jî lê pêşbînî dikim, dê ji bo çend demjimêran dê bê paşxistin, ku fraksiyon li ser bawerî dayîna kabîneya Elawî rêkbikevin.
Parlamenterê PDKê got, guftûgo navbera fraksiyonên Kurdistanî de berdewam e, berî destpê kirina civînê jî, fraksiyonên Kurdistanî dê bicivin û biryar dawiyê dê li gel bidin. ‘’Biryara me jî yekgirtîbûyî dibe.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin